Bendava Dîcle bi ser ve çû, avê da ser baxçeyên Hewselê

Bendava Dîcle bi ser ve çû, avê da ser baxçeyên Hewselê

PeyamaKurd - Piştî ku qilpaxekî bendava Dîcle ya li navçeya Egil a Diyarbekirê şeva borî şikest û qut bû, avê da ser baxçeyên Hewselê û gelek xaniyên nêzîkî rûbara Dîcleyê.

Piştî şikestina qilpaxê bendavê, welatiyên li ber rûbara Dîcleyê niştecih in xaniyên xwe vala kirin.

Li navenda Diyarbekirê jî avê da ser baxçeyên Hewselê û gelek cafe û kargehên li perava Dîcleyê dimînin, kursî û maseyên xwe ji ber bilindbûna avê rakirin.

Hat zanîn niştecihên taxa Ferît Koşk a Yenîşehîrê şeveder bûne û ji ber metirsiya bilindbûna avê ji malên xwe derketine.

Piştî şikestina qilpaxê bendava Dîcleyê, metirsiyeke zêde li ser xelkê ku li navçeyên Egil, Yenîşehîr (Bajarê Nû), Sûr, Çinar û Bismilê peyde bûye ku xelkê terka malên xwe kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin