PeyamaKurd – Rêvebiriya giştî ya metorolojiya Tirkiyê rapora kêş û hewayê ya Tirkiyê ragihand. Di nav bajaran de bi taybetî li bendene ku di 9 bajaran de berf bibare.
Bajarêku wê heya dawiya heftê berf li wan bibare; bajarên Çankırı, Xarpêt (Elazığ), Kayseri, Kastamonu, Amasya, Samsun, Qers (Kars), Wan (Van) û Erzerom (Erzurum) in. Di nav 9 bajaran de 4 ji wan yên Bakûrê Kurdistanêne.