PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro 11ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de ragihand, piştî hilbijartinan û bi destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî, wan dest bi seredana aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye û armanca van serdanan ew e ku dawî li xitimîbûna siyasî li Herêma Kurdistanê bê anîn.
Mehmûd Mihemed, li ser gotegotên ku dibêjin PDK naxwaze li gel YNKê bicive got: "Ew gotegotên ku di dezgehên ragihandinê de tên kirin, ne rast in. Em ji bo civînan amade ne û ev ne tiştekî veşartî ye. Divê em bicivin û zemîneke guncav amade bikin, da ku kêşeyên heyî çareser bibin."
Berdevkê PDKê destnîşan kir, ew di peywendiyê de ne da ku demeke guncav ji bo civîna di navbera her du partiyan de diyar bikin û got ku ew dixwazin amadekariyeke baş bikin da ku civînên wan encameke berbiçav bidin.
Mihemed bal kişand ser alozî û guhertinên mezin ên li Rojhilata Navîn û da zanîn: "Navçe di nava guhertinên pir mezin re derbas dibe. Ji bo em bikaribin li hemberî astengiyan bisekinin û Herêma Kurdistanê ji kêşeyan biparêzin, pêdiviya me bi yekrêziyeke navxweyî ya bihêz heye."
Hêjayî gotinê ye, Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de bang li hemû aliyên Kurdistanê kiribû ku dawî li nakokiyan bînin û dest bi diyalogeke neteweyî bikin. Piştre jî şandeke PDKê dest bi seredana partiyan kir, da ku xitimîna siyasî bidawî bê anîn û Parlemana Kurdistanê dîsa were çalakkirin.