Berdevkê Talîbanê: Têkiliyên siyasî bi Talîbanê re di berjewendiya her kesî de ye

Berdevkê Talîbanê: Têkiliyên siyasî bi Talîbanê re di berjewendiya her kesî de ye

PeyamaKurd – Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid, di derbarê naskirina hikûmeta xwe de diyar kir: “Di warê naskirina ji aliyê welatên biyanî de, Amerîka astengiya herî mezin e.”

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid bersiva pirsa, “Gelo siyaseta Talîbanê ji derengxistina pejirandina navnetewî ya ji bo hikûmeta wan astengiyê derdixe berpirsyar e?” bersivand û got: “Amerîka rê nade welatên din bi tu arastekê ber bi wan ve herin û wan bi xwe di vî warî de tu gav neavêtine.”

Herwiha Mujahîd îdîa kir ku hemû şert û mercê Talîbanê hene ku civaka navnetewî hikûmeta wan nas bike.

Mujahîd eşkere kir, divê hemû welat di nav de Amerîka jî, bizanibin ku danîna têkiliyên siyasî bi Talîbanê re 'di berjewendiya her kesî de ye.' Têkiliya siyasî dihêle ku cîhan li ser 'giliyên' derbarê Talîbanê hene gotûbêj bike.

Di berdewamiyê de Mujahîd destnîşan kir ku rêberên Talîbanê ji Amerîka re 'têkiliyeke dualî ya baştir' dixwazin, bi rengekî ku bi peymanên her du welatan yên li Doha goncayî be ku li Qatar li Sibata 2020'an hatine îmzekirin û da zanîn, divê Washington ji bo başkirina têkiliyên bi Kabul re gavan biavêje.

Herî dawî diyar kir: “Dema ku wan Afganîstan dagir kirin, em dijmin bûn û demek dirêj me bi Amerîka re şer kir, lê niha şer bi dawî bûye.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin