PeyamaKurd – Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid di çarçoveya beşdariya “Hevdîtina Heftemîn a Aliman" li Diyarbekirê ye.
Li gor zanyariyan, îro li Diyarbekirê, "Hevdîtina Heftemîn a Aliman” bi sernavê "Rola Aliman di Pêşketina Umetê bi Ilm û Ramanê de" birêve diçe.
Di çarçoveya wê de Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid jî beşdarî konferansê bû û di konferasê de bi zimanê Farisî gotarek pêşkêş kir.
Hat ragihandin ku ji Başûrê Kurdistanê jî çendîn zanayên olî beşdar dibin, ku yek ji wan Prof. Dr. Ehmed Ebdulwehad Pênciwênî ye û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanî Elî Qeredaxî jî wê bi rêya vîdeo konferansê beşdar bibin.
Di konferansê de Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu, Prof. Dr. Yusuf Kaplan, Samî Seîdî (Lîbya), Şêx Zahid Xeznewî jî beşdar in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin