PeyamaKurd – Bajarê Çewlikê (Bingol) yek ji wan bajarê Bakûrê Kurdistanêye ku Rojhilat û Rojavayê Bakûrê Kurdistanê bi hev re girê dide. Ji ber bilindahiya xwe ya ji derayê, gelek berf lê dibare û carna rêya wê ji berfê tê girtin.
Niha bi sedema berfa zêde bariyaye, rêya Çewlik-Xarpêtê, rêya Çewlik- Erzeromê û rêya Çewlik-Diyarbekirê bo treyleran hat girtin.
Parêzgeha bajêr hişyariyê da ajotvanan ku bi hezir erebeyên xwe bajon. Parêzgehê hişyariyê di ser hesabê xwe yê Xê de da ajotvanan û got ku ji seet 19.50yan û pê de hinek rê û ji 20.30an û pê de hinek rêyên Dara Hênê û Diyarbekirê bo treyleran hatiye girtin.