Berpirseke Amerîkî: Ji bo bihêzbûna Herêma Kurdistanê ji hev têgihistin girîng e

Berpirseke Amerîkî: Ji bo bihêzbûna Herêma Kurdistanê ji hev têgihistin girîng e

PeyamaKurd – Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf ragihand, ew geşbîn e ji rewşa Herêma Kurdistanê û bal kişand ser girîngiya ji hev têgihiştinê ji bo bihêzkirina Kurdistanê.

Barbara Leaf, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn di kongreya rojnamevanî de bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê daye diyar kiriye, ew ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê geşbîn e û gotiye, têgihîştina wan a hevbeş derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.

Leaf got, "Em li ser başkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de şîret dikin."

Leaf got: “Ev 13 sal in ez li vir im. Leaf tekez kir ku gelek caran di pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de pirsgirêkên mezin hene û got, “Tevî ku pirsgirêkên mezin hebin jî, ez geşbîn im. Di çarçoveya serdanên xwe de min bi her du aliyan re jî hevdîtin kir û hevdîtinên min erênî bûn.”

Leaf kêfxweşiya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û bal kişand ser girîngiya ji hev têgihiştinê ji bo Kurdistaneke pêşketî.

Barbara Leaf amaje bi kêşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berî dawiya îsal bên encamdan û piştevaniya Amerîka jî di vî warî de dupat kir.

Rayedarê Amerîkayê diyar kir, Kurd hilbijartinê dixwazin û di navbera partiyan de pirsgirêk hene û got, "Divê îradeya gel pêk were û ev gelekî girîng e."

Leaf derbarê pêkanîna Peymana Şengalê de jî got, “Em dixwazin peyman bi temamî pêk were. Li wan navçeyan gelek komên çekdar ên weke PKKê hene û ev kom gefan li jiyana xelkê dixwin. Ji ber vê yekê divê hikûmeta federal vê rewşê çareser bike.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin