PeyamaKurd – Berpirsekî Amerîkî di derbarê vekişandina ji Afganistanê de da zanîn, rewşa Afgansitanê ji ya Sûriye û Iraqê cuda ye û hêzên wan dê li wan welatan bimînin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Joey Hood di hevdîtineke bi kenala “alhurra” re de diyar kir, erkê hêzên wan li Afganistanê bi dawî bû, lê hêzên wan li Sûriyê û Iraqê dimînin.
Li ser pirsa egera dubarebûna senaryoya Afganistanê li Sûriye û Iraqê, Hood destnîşan kir: “Afganistan ne Sûriye û ne Iraq e. Berjewendiyên me li Iraq û Sûriyê berdewam dibin û piştevanî û hevkariya me bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê dê berdewam bin û dê ji bo demeke dirêj bin.”
Derbarê rêjîma Sûriyê de jî wî berpirsê Amerîka eşkere kir, hêzên wan ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê ne, ew kar ji bo guhertina rêjîma Sûriyê nakin, lê ew hewl didin ta ku rêjîma Sûriyê kiryarên xwe biguherîne.
Herwiha diyar kir: “Cezayê me li ser Sûriyê hene, wek Yasaya Sîzer. Hin rênimayên me yên din jî li dijî rêjîmê û aliyên piştevaniya wê dikin hene, lê em ne ji bo şerê li dijî Beşar Esed li Sûriyê ne. Em ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê ne.”
Ev yek di demekê de ye, do Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ji The Washington Postê da zanîn; piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê, rayedarên Amerîkî ji wan re tekez kirine ku ti guhertinên serbazî li Sûriyê çênabin.
Ebdî destnîşan kir, di heft mehên destpêkê yên îsal de pêwendiyên wan bi Washingtonê re gelek baş bûne û ew pêşbînî dikin ku eger Amerîka sozên xwe bi cih bîne, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta astekê baş be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin