Bexda û Hewlêr li ser yekxistina sîstema gumrikê civiyan

Bexda û Hewlêr li ser yekxistina sîstema gumrikê civiyan

PeyamaKurd - Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê û şanda Herêma Kurdistanê civiyaan. Hate ragihandin ku di civînê de biryar hat dayîn ku komîteyeke hevbeş bo pişkinîna dergehên sînorî bê avakirin û sîstema gumrikê bibe yek.

Pêncemîn civîna Encûmena Wezarî ya bo Aboriyê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Wezîrê Plandananê bi wekalet Falih Sarî hat lidarxistin. Şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran, Serokê Nûnertiya Herêmê û Rêveberên Giştî yên Gumrik û Bacê jî di civînê de amade bûn.

Di civînê de biryara pêkanîna komîteyeke hevbeş di navbera Desteya Dergehên Sînorî yên Federal û nûnerên Herêma Kurdistanê de hat dayîn.

Hate diyarkirin ku karê vê komîteyê rûpêvîkirina tevahiya şerîda sînorî, pişkinîna dergeh û xalên sînorî yên nafermî yên li Herêma Kurdistanê û amadekirina raporeke berfireh ke daku ew dergehên ku binesaziya wan heye bibin "fermî" û yên nehêjayî jî bên girtin.

Di civînê de dîsa biryar hat girtin ku Wezareta Darayî ya Federal bi hevahengiya ligel Wezareta Darayî ya Herêmê, reşnivîseke yekgirtî derbarê "sazûmanî û daxistinên gumrikê" de amade bike. Piştî ku ev reşnivîs ji aliyê Encûmena Wezîran a Federal ve were pesendkirin, dê li seranserê dergehên sînorî yên Iraq û Herêmê bi awayekî yekdest bê bicihanîn.

Her du aliyan gotûbêj li ser astengiyên li pêşiya bicihkirina sîstema navdewletî ya "Asycuda" (sîstema dîjîtal a gumrikê) kirin û çend pêşniyar amade kirin. Herwiha mijara mekanîzmaya komkirina dahatên li dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û biryar hat girtin ku pêşniyarên her du aliyan ji bo biryara dawî, pêşkêşî Encûmena Wezîran a Federal bên kirin.