PeyamaKurd - Serok Barzanî, bangewaziya diyalog û guftûgoyê li Bexdayê kir û got: "Ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêmê dirust bûye pêwîste bi dawî bê."
Serok Barzanî, bi munasebeta diyarbûna encamên kesin ên hilbijartina Iraqê peyamek weşand û daxwaza diyalog û guftûgoyê kir.
Serok Barzanî ev peyam dan: "Hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hate kirin û rewşeke nû hatiye holê. Hêvîdar im Hewlêr û Bexda dûrî li demargîrî û girjiyê, pêdaçûneke nû bi peywendiyên xwe de bikin û ev hilbijartin destpêka qonaxeke nû be ji bo herdu aliyan."
"Iraq ji yekîtiyeke arezûmendane pêk hatiye"
Li ser encamdana referandûmê Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku sedema serekî ya hemû gîr û giriftên berê û biryara gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandûmê pabendnebûna hikûmeta Bexda bi destûrê ye û wiha nirxandin kir:
"Di dîbaceya destûrê de jî bi ronî hatiye ku "Pabendbûna destûrê zaminê yekbûn û yekparçeyiya Iraqê ku bi Îradeya hur hatiye holê". Ev gelekî ronî ye ku Iraq ji yekîtiyeke arezûmendane pêk hatiye û bi vê yekê jî referandûm û mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî destûrî û sirûştî yê gelê Kurdistanê ye."
Serok Barzanî daxwaza vekirina rûpeleke nû li Bexdayê kir û cih da van îfadeyan:
"Pêwîste piştî sed sal ezmûna pir bi karesat ew bawerî li Bexdayê dirust bibe ku êdî dijayetiya mafên gelê Kurdistanê neke û li doza rewa ya gelê Kurdistanê têbigihê. Niha derfetekî baş e ku aliyên destbilindên Iraqê bi wî ruh û helwesta ku destûr li ser hatiye binyatnan muamele ligel maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê bikin. Pêwîst bû hikûmeta Bexdayê kar ji bo qerebûkirina gelê Kurdistanê bike ne ku wê ablûqe bide û sizaya bi komel bi ser de bisepîne. Hikûmeta Iraqê divê qerebûya Enfal û kîmyabaran û wêrankirina gund û dêhatan û koçberkirina xelkê Kurdistanê bike ku di qonaxên pêşî de û li vê dawiyê jî li Kerkûk û Duz û cihên din dijî gelê Kurdistanê hatin encamdan."
- "Me pê baş e ku diyalogê digel Bexdayê berdewam bikin heta digihêne encamekê"
Serok Barzanî peyama xwe wiha domand:
"Me pê baş e ku diyalogê digel Bexdayê berdewam bikin heta digihêne encamekê. Tu demekî bijardeya me bijardeya şer nebûye. Mixabin herdem û li hemû qonaxên derbasbûyî de ewe Bexda bûye ku şer hilbijartiye û me jî berevanî kiriye bi rûdanên piştî 16 cotmehê ve jî ku herdem û berî referandûm û piştî referandûmê jî raya me wiha bûye, giriftan dûrî tundutîjiyê çareser bikîn û peywendiya me li gel Bexda aştiyane be. Ligel vê jî ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêmê dirust bûye pêwîste bi dawî bê. Dîrokê selmandiye ku .. Belê, em xwe naçemînîn û bi zimanê çek û zorê li dijî gelê me, îradeya gelê Kurdistanê di tu demekê de neşikaye û naşikê."
Der barê encama hilbijartinan jî wiha şirove kir:
"Hinek nîgeranî û guman di proseya hilbijartin û encamên wê de heye. Ji bo nehiştina guman û nerezayiyan pêwîst e Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê gavên pêwîst bavêje û baweriyê ji bo aliyên neraziyan dirust bike. Gelê Kurdistanê qurbanên bêhejmar dane û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku qonaxeke nû li holê ye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçe û destkeft bêne parastin, pêwîst e aliyên Kurdistanî berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî. Divê li wê yekê têbigihên ku eger Kurdistan hemû yekdeng be dikarin destkeft û mafan biparêzin û eger berbelav bin ew e Kurdistan jî lawaz dibe. Hemû ezmûn ji me re dibêjin ku eger pêkve bin, karên mezin û destkeftên mezin pêk tên û eger jî berbelav bin doza rewa ya gelê me ziyanê dibîne û paşve dikişe û ked û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi vala diçe. Her ji bo eve jî daxwaz dikim aliyên Kurdistanî vê carê li Bexdayî pêkve bin û yekrêz bin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin