PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke hêzên asmanî yên hikûmeta Afganistanê de, li navçeya Çarbûlak a bakurê wîlayeta Belhê 31 çekdarên Tevgera Talîbanê hatin kuştin.
Fermandariya artêşa Afganistanê ragihandiye ku hêzên ewlehiya Afganî li navçeya Çarbûlakê herêma Ak Tepe kampên Talîbanê bombardiman kirine û 31 çekdarên Talîbanê di wê êrîşê de hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku di nav kuştiyan de, rayedarên Talîbanê jî hene ku hêj ji aliyê Talîbanê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin