Bi îmzekirina rêkeftinê re hikûmet bilez ava dibe

Bi îmzekirina rêkeftinê re hikûmet bilez ava dibe

PeyamaKurd – Berpirsên PDK û YNKê dibêjin, bi îmzekirina rêkeftina pêkanîna hikûmeta Kurdistanê re, dê bilez hikûmet were pêkanîn.

Berpirsê pêwendiyên PDKê Hoşyar Sîweylî ji heftenameya Basê re ragihand, di demek nêzîk de YNK û PDK rêkeftina xwe îmze dikin û êdî ti astengek li pêşiya pêkanîna hikûmetê namîne.

Sîweylî da zanîn, piştî îmzekirina rêkeftinê herî zêde mehek pêwîst e bo pêkanîna hikûmetê.

Berdevkê YNKê Letîf şêx Umer jî gotiye, ti pirsgirêk û astengiyek li pêşiya pêkanîna hikûmetê nemaye, tenê îmzekirina rêkeftina YNK û PDKê maye, ew jî dê di demek nêzîk de pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin