Bi mosekan êrîsî baregeheke leskerî ya hêzên Tirkiyê kirin

Bi mosekan êrîsî baregeheke leskerî ya hêzên Tirkiyê kirin

PeyamaKurd – Li Neynewayê, bi hejmarek moşek êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyê kirin.

Li gor Dijeterora Kurdistanê da zanîn, do bi şev baregeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê li gundê Derawîş ê li devera Başîkê, bi pênc moşekan hat armanckirin.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê eşkere kir, du moşek li nava baregehê ketin û sê moşekên din jî li çiyayê Başîk ketin û di encamê de tu ziyanên canî derneketin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin