PeyamaKurd-Li gorî ragihandina Parêzgarê Hewlêrê, bi raspartina Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dê hejmarek sermiyandar li Hewlêrê 13 dibistanan ava bikin.
Komek karsaz û sermiyandar, beriya niha soz dabûn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da ku ew ê li Hewlêrê 13 dibistanan ava bikin. Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnax, îro li dîwana parêzgehê bi van karsaz û sermiyandaran re civiya û da zanîn ku ew ji bo alîkarî û hêsankariya wan a avakirina dibistanan amade ne.
Karsaz û sermiyandaran jî da zanîn ku ew ê hewil bidin da ku dibistan di serdema perwerdehiya sala nû ya 2022-2023yan de amade bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin