PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elaziğ) li navça Kovancilarê bi sedema barîna baranê, rêya navbera Xarpêtê û Dêrsimê ji her dû terefan de hat girtin. Tîmên rizgarkirinê ew kesên ku di rê de asê man rizgar kirin.
Dema lehî rabû, tîmên pêwendîdar hatin agahdarkirin û tîmên cendirmeyan, yên rizgarkirinê, polîs û tenduristiyê çûn ciyê lehiyê, welatiyan rizgar kirin û kontrola wan ya tenduristiyê kirin,
Xebatên ji bo vekirina rê dewam dikin û erebeyên di rê de, ji her dû terefan de, bûne zencîreya erebeyan