PeyamaKurd – Bi tohmeta alîkariya PKKê dikin, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, hêzên ewlekariyê girtin ser çend mal û navnîşanan û di operasyonê de 9 kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, li Stenbolê yekîneyên rûbirûbûna terorê yên ser bi Rêveberiya Asayişa Stenbolê ve, hevdem bi ser 10 navnîşanan girtin û di encamê de 9 kes desteser kirin.
Zanyarî destnîşan dikin, serdegirtinên malan bi hinceta lêpirsîna li dijî PKKê hatin encamdan.
Herwiha hat zanîn, kesên desteserkirî piştî kontrola tendirustiyê, bo Rêveberiya Asayişê hatin veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin