PeyamaKurd – Bi tohmeta endambûn û alîkariya PKKê, li Stenbol û Diyarbekirê operasyona desteserkirina 26 kesan destpê kir û heta niha 21 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, bi tohmeta endambûn û alîkariya PKKê, li Stenbol û Diyarbekira Bakurê Kurdistanê biryara operasyonekê derxist. Di çarçoveya lêpirsinê de, bi tohmeta endambûn û alîkariya PKKê, li 28 navnîşanan operasyoneke hevdemî destpê kir.
Di operasyonê de 21 kes hatin desteserkirin. Kesên ku hatine desteserkirin, ji bo lêpirsîne birin qereqola polîsan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin