“Bila Tirkiye û PKK serê we derxin derveyê Herêma Kurdistanê”

“Bila Tirkiye û PKK serê we derxin derveyê Herêma Kurdistanê”

PeyamaKurd- Hukumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku divê Tirkiye û PKK şer û pevçûnên xwe derxin derveyê Herêma Kurdistanê. Hukumeta herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa Tirkiyê de, ku li nahiya Sîdekanê, êrîşê birin ser parastvanên sînor yên Kurdistanê, divê Tirkiye û PKK xelkê herêmê nekin gurbaniyên navbera xwe. Di beyana hukumetê de weha hat gotin:

“Îro piştî nîvro siet di 2.45 an de, hêzên me yên parastvanên sînor bo talûka li ser jîngehên deverê dûr bixin û valahiya deverê ku dixwestin tije bikin, balafirekî Tirkiyê, erebeyekî hêzên me kirye hedefa xwe û lê dane. Mixabin fermandarê tumen a 2 yê albay Muhammed Reşîd Suleyman û fermandarê boluka 3 yem ya tumena 2 yê ya sînor Yarbay Zubeyîr Halî Taceddîn şehîd ketin. Wekî din jî yarbay Husameddîn Abdurrahman Hesen jî birîndar bû.

Em car din dubare dikin ku Tirkiye û PKK divê şer û pevçûnên xwe derbixin derveyê Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Bi sedema vê bûyera bi êş, em sersaxiyê bo malbatên şehîdan dixwazin û inşallah ciyên wan buhişt be. Bo birîndaran şîfayê dixwazin. Em ê weka her carê temamê qeweta xwe serfbikin da van dijberiyan ji Herêma Kurdistanê dûr bixin û di vê mijarê de em temînatê didin xelkê xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin