Bîlançoya serê DAISê hat ragihandin: 8 hezar û 500 Kurd…

Bîlançoya serê DAISê hat ragihandin: 8 hezar û 500 Kurd…

PeyamaKurd - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigihîned ku di salên dawî de û di şerê li dijî DAIŞê de 8 hezar û 500 Kurd şehîd bûne.

TEV-DEMê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku gelê Bakurê Sûriyê û bi taybet Kurdan gelek qurbanî di şerê li dijî DAIŞê de dane û diyar kir, di salên borî de û di şerê li dijî DAIŞê de 8 hezar û 500 Kurd şehîd bûne û bêhtir ji 2 hezar kes jî ji pêkhateya Erebî hatine kuştin û bi sedan Kiristiyanî jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha HSDê jî ragihand, hîna operasyona wan li Baxozê bi dawî nebûye û şervanên wan kampa Baxozê bi temamî kontrol kirine, lê operasyona wan li Baxozê sist bûye û şervanên wan bi hişyarî dest bi pakirina deverên rizgarkirî dikin ku eger heye çekdarên DAIŞê xwe di tunelan de veşartibin û êrîşên berevajî pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin