Îranê ragihand ku kesê ewilî xwe teqandiye, hemwelatiyê Tacikistanê ye

Îranê ragihand ku kesê ewilî xwe teqandiye, hemwelatiyê Tacikistanê ye

PeyamaKurd – Li Îranê di merasima salvegera 4em ya bîranîna kuştina Qasim Suleymanî de, di encama 2 teqînên ku li pey hev çêbûn û di encamê de 89 kes mirin û 284 kes birîndar bûn, hêzên asayîşa Îranê dest bi operasyonan kirin û niha 11 kesan xistine binçav.

Hat ragihandin ku yek ji wan kesên xwe teqandiye ji Tacîkîstanê ye. Li 6 eyaletan operasyon dewam dike. Li gor agahdarkirina wezareta îstîxbaratê ya Îranê ku agahî daye TV ya dewletê ya Îranê; 2 kesên ku di teqîna merasima Qasim Suleymanî de xwe kuştin, li Kirmanê malekî bikaranîne, terorîstan hewandine û 2 kesên ku destekê dane wan desteser kirine.

Di dewama operasyonan de, li 6 eyaletan 9 kesên din xistine bin çav. Di operasyonan de 2 êlekên xwekuştinê, 2 cîhazên ku ji dûr de tên îdarekirin, 2 funyeyên teqînê, ji bo bandora teqînê di êlekan de zêdetir bikin bi hezaran fişekên ku bikartînin û alavên ku di çêkirina teqemeniya destî de bikartînin xistine dest.

Di teqîna ku DEAŞê xistibû aliyê xwe de, kesê di teqîna duyem de xwe teqandiye hêj tesbîta nasnama wî nehatiye kirin. Li ser tesbîtê, xebata dewleta Îranê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin