Birayê Qaymeqamê Dêrikê: Serokê Asayisa Navçeyê birayê min kust!

Birayê Qaymeqamê Dêrikê: Serokê Asayisa Navçeyê birayê min kust!

PeyamaKurd – Birayê Qaymeqamê Dêrikê Muhamed Fatih Safiturk, îdia kir ku Serokê Asayişa Nevçeyê bombe li cihê birayê daniye û ew kuştiye.

Birayê Qaymeqamê Dêrikê Muhamed Fatih Safiturk îdia kir ku Serokê Asayişa Nevçeyê bombe li cihê birayê wî Ali Haydar Safîturk ci bî kiriye û bi vî awayî ew kuştiye.

Qaymeqamê berê yê Dêrika navçeya Mêrdînê di 10ê Mijdara 2016an de bi bombeyeke ku berê li cihî wî hatiye bicîkirin hatibû kuştin.

https://www.facebook.com/behlul.eren.50/posts/1361273164058234

Birayê qaymeqam li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û ji kuştina birayê xwe Serokê Asayîşê navçeyê yê wê deme berpirsyar dît û diyar kir ku birayê wî bi bombeya ku ji berê de li cihê wî hatiye bicîkirin hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku birayê qaymeqamî di danişînên yasayî de jî heman îdia anîbû rojevê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin