Di Instagram û Facebookê de pirsgirêka gerdunî: Kengî sererast dibe?

Di Instagram û Facebookê de pirsgirêka gerdunî: Kengî sererast dibe?

PeyamaKurd - Bikarhênerên torên civakî nikarin platformên Instagram û Facebookê yên girêdayî kompaniya Metayê bikar bînin. Pirsgirêk îro 19ê Tîrmehê ji danê sibehê ve dest pê kiriye û bi hezaran bikarhêner dibêjin, ew nikarin herdu platforman bi rêkûpêkî bikar bînin û parvekirinan bikin.

Bi hezaran bikarhêneran diyar kir ku ew nikarin bikevin hesabên xwe û di dema parvekirinan de peyamên xeletiyan werdigirin.

Herwiha rûpela serekî nû nabe û hinek ji wan jî dibêjin ku li ser ekranên wan hişyariya "Hesabê we ji bo demekê nayê bikaranîn" derketiye û ev rewş li gelek welatên cîhanê bi awayekî berfireh bandorê li ser xelkê dike.

Kengî sererast dibe?

Her çiqas heta niha METAyê ti daxuyaniyek nedaye jî tê pêşbînîkirin ku ev pirsgirêka gerduni heta çend demjimêran were çareserskirin.

Di krîzên mîna vê yên berê de, xebatên teknîkî di nava çend saetan de encam didan û herikîna pergalê asayî dibû. Ev astengiya nû ya ku têkiliya dîjîtal a bi mîlyonan kesan qut kiriye, wekî aloziyeke nû ya binesaziya teknolojîk hat tomarkirin.