PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê ta roja 30î Cotmeha molet dide koçberên Sûriyeyî yên ku bi awayekî ne yasayî li Stenbolê ne dekevin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, heya roja 30î Cotmeha bê molet li pêş koçberên Sûriyeyî yên bi awayekî ne yasayî li Stenbolê ne, yan dê ji bajêr derkevin yan jî dê bêne dersînorkirin.
JI BILÎ ANTALYAYÊ DIKARIN LI BAJAREKÎ DIN BIMÎNIN
Suleyman Soylu got jî, ewê rê bidin penaberên ku Stenbolê bêne derkirin li bajarekî din ji bilî Antalyayê bicih bibin, ji ber ku ew bajarî nema dikare koçberên Sûriyeyî bihewîne. Soylu amaje bi wê yekê kir jî, ku ev biryar xwendekaran û malbata wan lixwe nagire.
Waliyê Stenbolê heya 20ê Tebaxê mohlet dabû penaberên Sûriyeyî yên ne bi awayekî yasayî li Stenbolê ne, ku ji wî bajarî derkevin.
DI MEHA TÎRMEHÊ DE 6 HEZAR SÛRIYEYÎ HATIN DERSÎNORKIRIN
Rayedarên Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ji koçberan tu kes dersînor nekirine, lê li gor rapora saziyên sivîl tenê ji deriyê sînorê Bab Al Hawa ku bixwe eşkere dike di meha Tîrmehê de 6 hezar û 160 Sûrî hatine dersînorkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin