Blafirên serî yên Tirkiyê herêma Qendîlê bombebaran kirin

Blafirên serî yên Tirkiyê herêma Qendîlê bombebaran kirin

PeyamaKurd - Balafirên şerî yên Tirkiye duh bi şev nêzîkî 20 xulekan quntara Qendîl, Ballekayetî û Zînê Wetê ku dikeve di navbera çiyayê Karox û quntara Qendîlê bombebaran kirin.

Rêvebirê Bajarokê Qesrê, Şaxewan Wertî re ragihand ku duh şev 14ê Nîsanê 2020an du balafirên şerî yên Tirkiyê nêzîkî 20 xulekan quntara Qendîl li sînorê herêma Raperîn û Bakekayetî û Zînê Wetê bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên êrişê de Şaxewan Wertî diyar kir ku navendên gund û komelgehên niştecihbûnê li ber êrişên balafirên Tirkiyê ne ketine û herwiha ti sivilek nebûye qurbanî.

Şaxewan Wertî herwiha da zanîn ku lê tirs li ba xelkê deverê çêbûye, çimkî pêştir gundên wan hatine bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin