Ji Guterres nameya pîrozkirina serokatiya Kurdistanê...

Ji Guterres nameya pîrozkirina serokatiya Kurdistanê...

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi nameyekê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got, “Pêkanîna bilez a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibe sedema xurtbûna wan serkeftinên li dijî DAIŞê ku di qadên şer de bi dest hatine.”

Antonio Guterres di nameyê de bal kişand ser ezmûna Nêçîrvan Barzanî û diyar kir: “Gumana min tune ye ku zanebûn û ezmûna we ya zêde û serkirdatiya we gelek binirx dibin ji bo çareserkirina wan astengên ku Herêm rûbirûyê wan dibe.”

Guterres destnîşan kir, “Rewşa piştî DAIŞê, derfeteke dîrokî çêkiriye ji bo dubare nûkirina diyalogê bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî yên li gel Bexdayê di çarçoveya Destûrê de û ji bo bêhtir avakirina li ser wan hewlên hevbeş ku piştî pesendkirina yasaya bûdceya federal a sala 2019ê hatine dayîn.”

Sekreterê Giştî yê NY alîkariya NY bo Herêma Kurdistanê bi bîr xist û got: “Di demên bê de Neteweyên Yekbûyî berdewam dibe li ser çend dosyeyên li Herêma Kurdistanê, li gor erkên Şanderê Netewên Yekbûyî yê li Iraqê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin