PeyamaKurd - Balyozê Japonyayê yê li Enqerê Akio Miyajima û şanda ligel wî, ji bo wergirtina zanyariyên li ser aboriya bajêr, derfetên veberhênan û şiyana çandî, serdana Diyarbekirê kir.
Li gor daxuyaniya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê (DTSO), şanda Japonî ligel Lijneya Rêveberiyê ya DTSOyê civînek pêk anî û di derbarê aboriya bajêr, derfetên veberhênan û şiyana çandî de zanyarî wergirtin.
Piştî civînê, şanda Japonî li Diyarbekirê, li navçeya Sûrê, Xana Hesen Paşa, Minareya Çarnig, Çarşiya Şewitî, Bazara Îspey, Mizgefta Mezin û dêrên ku xebata nûkirina wan didome, geriyan.
Hat ragihandin, Balyozê Japonyayê yê li Enqerê Akio Miyajima, serdana projeya Navenda Perwerdehiya Jinan a ku di sala 2015an de piştgirî dabûnê kir û ji bo carek din ev proje were aktîvkirin, nêrînên xwe anîn ziman.
Şanda Japonî pişt re serdana Herêma Pîşesaziyê ya Diyarbekirê kir û ji bo pêşvebirina peywendiyên bazirganî yên ligel Japonyayê, daxwaz û têbîniyên veberhênerên Diyarbekirê wergirtin.
Herwiha di hevdîtinê de hatiye diyarkirin, berê geştiyarên Japonî serdana Diyarbekirê dikirin, lê di van salên dawî de him geştyarî û him jî peywendiyên bazirganî bi paş ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin