Bi sedema lehiyê herî kêm 45 kes mirin

Bi sedema lehiyê herî kêm 45 kes mirin

PeyamaKurd- Li gor ajansa Hindustan Times ê ku rêvebirên Hindistanê agahî danê; bi sedema barana zêde, li gelek deverên Hindistanê lehî rabû û bi xwe re gelek kesan bir mirinê. Li gor ajansê; li eyaleta Assamê 15 kes, li eyaleta Biharê 24 kes, li eyaleta Mîrozamê 5 kes û li ya Meghalayayê 1 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ragihandina rêvebiran; li eyaletên Bihar, Uttar Pradeş  û li eyaletên rojhilata bakûrê Hindistanê baran bû sedema ku 6,93 mîlyon kes perîşan bibin û 295 hezar hektar arazî ji baran û lehiyê xesarê diye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin