Kurdistan | Li Çiyayê Gare 6 hirç bo jîngehê têne azadkirin

Kurdistan | Li Çiyayê Gare 6 hirç bo jîngehê têne azadkirin

PeyamaKurd – Saziyeke sivîl a jîngehparêz a bi hevkariya Amerîkî-Kurdî wê 6 hirçan li ser çiyayê Gare yê Herêma Kurdistanê azad bike.

Berpirsê saziya hevkariya Amerîkî-Kurdî Bilind Birîfkanî ji medya Kurdistanê ra ragihandiye ku wan bi fer dît 6 hirçan azad bikin ji bo zindîkirina jîngeha Kurdistanê û zêdekirina giyanewerên kovî.

Serokê saziya Kurdistanê bo parastina mafên ajalan Silêman Temer jî li ser mijarê gotiye, ev karekî gelekî baş e ji bo zêdekirina giyanewerên kovî li çiyayên Kurdistanê bi taybet jî hirç.

Silêman Temer daye zanîn, helbet hirçên ku di qefesê de mabin, dema mirov wan berdide nav siruştê hinekî zehmetiyê dibînin. Ji ber wê jî baştir e hinekî di navendên vejandinê de bên xwedankirin paşê bên azadkirin, ji bo ku bikarin xwe biguncînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin