PeyamaKurd – Piştî ku balyozê Rûsya yê Enqerê Aleksey Yerhov doh ji medya Rûsî re derbarê aloziya Idlibê de diyar kir ku li Tirkiyê gef li wî têne xwarin û kuştina balyozê Rûsî Karlov a 5 sal berê li Enqerê bibîr xist, Kremlînê daxuyanî da.
Di daxuyaniya Kremlînê de tê gotin, em bêyî ti gumanekê hêvî dikin ku Tirkiyê her cure tedbîran ji bo ewlekariya balyozê Rûsî û karmendên kompaniyên Rûsî li gorî ruhê pêwendiyan û peymana Viyanayê werdigire.
Li aliyê din piştî daxuyaniyên balyozê Rûsî Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihand ku hikûmeta Tirkiyê ji ber gefên li Aleksey Yerhov têne kirin û ji bo ewlehiya dîplomatên Rûsî hemû bergiriyên ewlehiyê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin