Li Heskîfê çalakî û sahî hatin qedexekirin

Li Heskîfê çalakî û sahî hatin qedexekirin

PeyamaKurd –Qeymeqamiya Heskîfa Batmanê a bakurê Kurdistanê ragihand ku li navçeyê her cûre çalakî û şahî ji bo 15 rojan hatine qedexekirin. 

Qeymeqamiya Heskîfê li ser malpera qaymeqamtiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku ji bilî çalakiyên saziyên fermî, hemû cûre çalakî û şahî li Heskîfê hatine qedexekirin.

Qeymeqamiyê diyar kir ku dê qedexe ji 26ê îlonê dest pê bike û heya 10ê cotmehê bidome û divê ji bo lidarxistina her cure çalakiyên ji qaymeqamtiyê destûr were wergirtin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin