PeyamaKurd - Li gorî medyaya Iraqê du veşartîgeh li bakurê rojavaya Girava El Sîniyê bûn ku helîkopterên Iraqê dema geriyanê ewna nas kirin û ji nav birin.
Li gorî ragihndina çavkaniyên iraqî, li van veşartîgehan hejmareka zêde ya çekan hebû.
Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, Artêşa Iraqê qala kuştina herî kêm deh têrorîstên DAIŞê li bakurê Mûsilê kir.
Ji dema ku hêzên iraqî bi tamî çeteyên DAIŞê di sala 2017an da têk birin, rewşa ewlehiyê li Iraqê bi awayekî berbiçav baştir bûye.
Tevî viya hin endamên DAIŞê carna li navçeyên qelebalix ên bajaran êrîşî ser hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin