Li Lazkiyê êrîs kirin ser baregeha Rûsyayê

Li Lazkiyê êrîs kirin ser baregeha Rûsyayê

PeyamaKurd- Do bi şev li baregeha hewayî ya Rûsyayê, li bajarê Sûriyê li Lazkiyê ya û dikeve ser devê Behra Sipî, teqînên dijwar çêbûn.

Li gor ragihandina ajansên cî yên Sûriyê; bi dronan êrîş hatine birin ser baregeha Rûsyayê ya bi navê Hmeymimê.

Nehat ragihandin bê di encamê de çi xesar çêbûye. Êrîş ji aliyê kê an kîjan rêxistinê de hatiye kirin, nehat aşkerakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin