PeyamaKurd – Di derbarê rewşa Şengalê de, Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl diyar kirû got, PKK zimanê diyalogê nizane û rewşa Şengalê aloz kiriye.
Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re daye zanîn, em li bendê ne rêkeftina Şengalê ya di navbera her du hikûmtên Kurdistan û Iraqê de hatiye îmzekirin, were bicîhanîn.
Mehma Xelîl diyar kir, lê hinek alî piştevaniya komên çekdar ên li Şengalê dikin. Ev jî rewşê aloztir dike. Lê êdî em vê yekê qebûl nakin.
Li ser gefên PKKê li dijî artêşa Iraqê jî Mehma Xelîl destnîşan kir, PKK nikare gefê li artêşa Iraqê bixwe. Ew zimanê diyalogê nizanin lê nikarin li hember artêşê jî xwe bigirin.
Rêveberiya “xweser” ya Şengalê, ku ji aliyê PKKê ve hatiye destnîşankirin dibêje, Hikûmeta Iraqê heta roja 1 Nîsana îsal mohlet daye PKKê, da ku ji Şengalê derkeve. Lê ew wê yekê red dikin. Ew li dijî rêkeftina Şengalê ne jî û tehdîd kirine ku eger artêşa Iraqê bixwaze wan bi zorê derxîne dê şer bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin