PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins di derbarê paşeroja Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê de got, “Ne tenê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de ye, hejmarek welatên din jî tê de ne û li Iraqê jî dimînin.”
Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins ji K24ê re ragihandiye, yek ji armancên Hevpeymaniya Navdewletî, duristkirina hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de bû, ji bo rûbirûbûna paşmayên DAIŞê ku çendîn caran jî berpirsên Iraqî jî daxwaza wê hevahengiyê kirine.
Caggins got, “Ji sala 2014an ve, binkeyên Hevepeymaniya Navdewletî li Hewlêrê û Bexdayê hebûn. Li Hewlêrê guftûgo û hevahengî bi Pêşmerge re dikir û li Bexdayê jî bi hêzên Iraqî re dikir. Pêşmerge û Dijeterora Iraqê bi hev re bendava Mûsilê kontrol kir. Çendîn operasyonên din jî di navbera Pêşemrge û hêzên Hikûmeta Federal de hebûn û xelk ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin. Hebûna vê awayê hevahengî û hevkariyê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de, yek ji armancên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû. Hefteya bûrî jî me bihîst, berpirsên Iraqê bi aşkere gotin, ew dixwazin hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de hebe”.
Myles Caggins diyar kir, “Hevpeymaniya Navdewletî li ser bang û daxwaza hikûmetê, li Iraqê dimîne û hevkariyê bi Pêşmerge, Zêrevanî, artêşa Iraqê û hemû hêzên ewlekariyê re dike, ji bo rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê bi yekcarî.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî da zanîn ku li ser daxwaza Wezareta Pêşmerge û hêzên Iraqî, rahênan bi sedema metirsiya Koronayê hatin rawestandin. Niha ji bo destpêkirina rahênanê, ew di guftûgoyan de ne.
Li ser derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê jî Caggins got: “Hevpeymaniya Navdewletî ne tenê ya Amerîka ye, hejmarek welatên din jî tê de ne. Di rojên borî de jî li ser daxwaza hêzên Iraqî, 6 welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî piştevanî di operasyonên hêzên Iraqî li dijî DAIŞê de kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin