PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser mijara cemidandina heyiyên Venezuelayê yên li Amerîkayê weka “terora aboriyê” binav kir û got divê tiştên dorpêçî yên ku bo ser Venezulayê tên kirin bên rawestandin.
Zaharova, di ser malpera wezareta karên derve ya Rûsya de ragihandina xwe kir. Zaharova got ku Trump serokê Venzuelayê yê rewa qebûl nake û ew çend hewldanên derbeyî yên leşkerî li dijî Maduro kirin jî biserneketin û Washington bi xerabûna halê Venezuelayê ya civakî-aborî bawer e. Zaharova dewam kir û got ku xelkê nexweş û pîr, ji dorpêçan bandorê digre û weha dewam kir:
“Li gor pisporan li Venezuelayê bi sedema dorpêçan li dora 40 hezar kes jiyana xwe ji dest daye. Sûcê xelkê tenha ew e ku xelk destekê dide serokê ku Amerîka naxwaze. Divê dorpêç bên rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin