PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Brîtanyayê bo Sûriyê Martin Longden, li ser êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku hiştiye pirsgirêk hîn aloztir bibin û hikûmeta Brîtanyayê jî di warê guhertînên demografîk de xwedî helwesteke zelal û teqezî ye.
Martin Longden, li Rojava dema wergirtina 3 zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên Brîtanî axivî û piştgiriya xwe bi Kurdan anî ziman.
Longden destnîşan kir ku ew li kêleka Kurdan cî digirin û got, Brîtanya li dijî her cure guhertinên demografîkm e û diyar kir, “Em di wê baweriyê de ne ku pêwîste Kurd û nûnerên herêmê di proseya çareseriya siyasî de cî bigirin û beşdarî amadekarina destûra dahatû ya Sûriyê bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin