Navçeyeke petrokîmyayê li Îranê rastî êrîsekê hat: 11 otomobîl sewitîn

Navçeyeke petrokîmyayê li Îranê rastî êrîsekê hat: 11 otomobîl sewitîn

PeyamaKurd Navçeyeke petrokîmya ya bi navê ‘’Rahawêranî Finûn’’ a li bajarê Mahşehir a ser bi parêzgeha Xuzistan a Îranê, îro 26.02.2022yê rastî êrîşekê hat û di encamê de, 11 otomobîl şewitîn.

Li gor rêveberê pêwendiyên giştî yê komeleya navçeya taybet a aborî ya petrokîmya ya Mahşehir Muhsîn Edîbî ji ajansa ÎSNA re daye zanîn, dibe ku bûyer ji ber êrîşekî terorîstî pêk hatibe û eşkere kir: “Aliyê ewlehiyê yê vê bûyerê heye” lê derbarê wê de jî tu şirove nekir.

Muhsîn Edîbî diyar kir: “Niyeta wan kesên ku ev êrîş pêk anîne ne diyar e.”

Herwiha Muhsîn Edîbî da zanîn, êrîş li ser mêvanxaneya petrokîmya ya Rahawêranî Finûn a li Mahşehir pêk hatiye û ew cih jî dû re ji her pênc cihên din ên petrokîmya ya Mahşehir û nêzîk bajarekî niştecîhbûnê ye, ji ber wê jî 11 otomobîlên rûniştvanên navçeyê jî şewitîne.

Derbarê hûrgiliyên bûyerê de hîn tu agahî nehatine belavkirin, lê li gor gotinên Muhsîn Edîbî ziyanên canî çênebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin