Buldan: Ti Kurdekî ku bi AKPê re rûne ser masê nîne!

Buldan: Ti Kurdekî ku bi AKPê re rûne ser masê nîne!

PeyamaKurd – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, li bajarê Rihayê di çarçoveya kampanyaya parastina HDPê ji ber doza girtinê ya hatiye vekirin de, axivî û li ser serdana Erdogan a Diyarbekirê got, ti Kurdekî ku bi AKPê re rûne ser masê nîne.

Buldan berî çend rojan li bajarê Dîlokê gotibû, bila opozîsyona Tirkiyê ango Tifaqa Milet a CHP serkêşiya wê dike, ji wan hêvî neke ku wekî hilbijartinên 31ê Adara 2019an pişgiriya wan bikin û diyar kiribû, ‘êdî bila ti kes li benda helwesteke wiha nemîne.’

Ev daxuyaniyên Buldan wekî çavkirpandina ji AKPê re di raya giştî ya Tirkiyê de hat nirxandin û nûçeyên ku HDP ligel AKPê amade ye hevkariyê bike hatin belavkirin.

Pervîn Buldan îro 14ê Tîrmehê li Rihayê li ser wan gotinên xwe da xuyakirin ku gotinên wê hatine berevajîkirin û got, "Li vî welatî piştî ev qas kiryarên bêhiqûqiyê, ti Kurdekî ku bi AKPê re rûne ser masê nîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin