PeyamaKurd- Serokê Fransayê yê berê François Hollande ragihand ku wê di hilbijartina sala 2022an de an di pey wê de, wê rastgirên tund werin ser îdara Fransayê. Hollande vê ragihandina xwe di rojnameya Le Parisien de da û pirsên di rojevê de bersivand.
Hollande got ku hukumeta niha bersiva “Êlek Zer”an bilez nade û bi sedemê nikare pêşiyê li qewimandinên tundî bigre. Hollande dewam kir û got ku parastina deverên girîng yên krîtîk û bo temîna asayîşê, sewqkirina leşkeran tişteka rast nîne. Hollande balê kişand ser zêdebûna netewaperestiyê di asta dinyayê de û got:
“ Tehdîd ji rastgirên tund tê. Rastgirên tund wê rojekî werin îqtîdarê, ya di 2022an de an piştî wê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin