Amerîka dibêje me li hev nekiriye Tirkiye dibêje me li hev kiriye

Amerîka dibêje me li hev nekiriye Tirkiye dibêje me li hev kiriye

PeyamaKurd - Herçiqas rayedar û berpirsên Amerîkayê ragihînin ku ewan digel Tirkan li ser Minbicê tu lihevkirin nekiriye jî rêveberên Tirkiyê biisrar diyar dikin ku ew bi Amerîkayê re gihîştine lihevkirinê.

Wezîrê Karên Derveyî Mevlut Çavuşoglu, îro di civîna xwe ya çapemeniyê de careke din ragihand ku, "Heger li ser nexşerêya koma xebatê mutabeqat çêibbe em dikarin bibêjin ku 'me li hev kiriye.' Niha hişmendiyek heye."

Çavuşoglu zêdetir jî behsa piştî Minbicê kir:
""Piştî Minbicê wê dor were ser bajarên din. Tenê Minbic û vekişîna YPGê ji Minbicê têrê nake."

Berdevka Wezareta Karên Derveyî ya Amerîkayê Nauert ragihandibû ku di mijara Minbicê de li hev nekirine. Ragihandin di civîna çapemeniyê ya rojane de hat kirin.

Ragihandina Nauert li ser pirsa ku Enqereyê gotibû Amerîka û Tirkiye li ser mijara Minbicê li hev kirine hat kirin axivî. Nauert bi temamî weha gotibû: “Ev gelek komîk e ji ber li hevhatin tune ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin