Çalakvanê Kurd Faramarz Saedi li Dehgolanê hat girtin

Çalakvanê Kurd Faramarz Saedi li Dehgolanê hat girtin

PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê çalakvanê Kurd yê bi navê Faramarz Saedi li li Rojhilatê Kurdistanê li Dehgolanê (Dewlan) di kolanekî de girt, lê şiddetê kirin û paşî birin ciyekî ku nayê zanîn.

Rûdan, do serê siba qewimiye. Piştî binçavkirina Saedî avêtine ser mala wî, lêgerînê kirine û hinek alavên wî şexsî bi xwe re birine.

Sedema girtina Saedî nehat zanîn, malbat û parêzer nikarin jê agahiyan bistînin.