Mesrur Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Iraqê re hevdîtinek pêk anî

Mesrur Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Iraqê re hevdîtinek pêk anî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Konferansa Munîh a Ewlekariya Cîhanê bi Wezîrê Berevaniya Iraqê Necah Şemerî re hevdîtinek pêk anî.

Hat ragihandin ku di civînê de behsa rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn hat kirin û tekezî li ser girîngiya arambûna rewşa Iraqê hat kirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û got, “Em alîgirê hikûmetekê ne ku piraniya gelên Iraqê piştevaniya wê bikin û ew hikûmet girêdayî mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê jî be.”

Mesrûr Barzanî û Necah Şemerî herwiha ji bo têkoşîna dijî terora DAIŞê behsa girîngiya berdewambûna hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin