Çavkaniyên xwecihî yên navçeya Cindirêsê ya Efrînê diyar kirin, çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê, 2 welatiyên ji gundê Aşkê rojava û gundê Hemîlkê revandin.
Herwiha heman çavkaniyan eşkere kirin, kesên hatine revandin Mihemed Seydo yê 65 salî û Îbrahîm Hesen yê 56 salî ne.
Hat ragihandin ku çekdaran kesên revandin ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin