Cendekên 32 Êzidiyan dê bînin Sengalê

Cendekên 32 Êzidiyan dê bînin Sengalê

PeyamaKurd – Cenazeyên 32 qurbaniyên Êzidî, ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin û di gorên komî de hatibûn veşartin, dê roja Înê bigihêjin Şengalê.

Birêvebirê rêxistina mafên mirov a Petrikorê, Xeyrî Elî ragihand ku dê wan cendekan ji Mûsilê bînin navenda navçeya Şingalê, berî ku bispêrin axê.

Lê zêde kir, “Di vê qonaxê de, dê malbatên qurbaniyan derfet hebe ku tabûtan vekin û tiştên mayî û kincên wan lêkolîn bikin.”

Her weha anî zimên, “Qurbanî roja Şemiyê, dê li goristana Kogjo bi merasîmeke olî ya taybet ku li gorî mezinahiya trajediya ku wan kişandine dê bi axê bên sipartin.”

Li Şengalê heta niha 58 gorên komî hatine vekirin û 274 cendek ji gorên komî hatine derxistin. 

35 gorên din jî mane ku bên kolandin û lêkolînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin