Çeteyên DAIŞê hewl da girtiyên xwe yên li Kampa Holê birevînin
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞê hewl daye girtiyên DAIŞî yên li Kampa Holê birevînin. Hêzên asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ev hewldana wan li bajarê Hesekê asteng kiriye ku Kampa Holê lê ye.
Şahidên bûyerê diyar kirine ku her roj hewldanên reva ji kampê pêk tên.
Her weha, roja înê, Serokê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla û fermandarine din bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyabûn. Kurilla serdana Kampa Holê jî kiribû ku bi hezaran endamên DAIŞê tê de ne.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.