PeyamaKurd – Cîgirê Sererkanê Wezareta Pêşmerge General Hoşmend Heyder, li ser çiyayê Qereçoxê serdana çeperên Pêşmerge kir û soza dabînkirina pêdiviyên Pêşmergeyan da.
Li gor Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, îro Cîgirê Sererkanê Wezaretê General Hoşmend Heyder, serdana sengerên Pêşmerge li ser çiyayê Qereçox li nêzîkî bajarokê Mexmûrê kir.
Wezaretê eşkere kiriye, wî Fermandeyê Pêşmerge guhdarî Pêşmergeyan kir û ji nêzîk ve agahdarî kêmahiyên wan bû.
Herwiha di dawiya serdanê de, General Hoşmend Heyder soza dabînkirina pêdiviyan û nehiştina kêmahiyan da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin