PeyamaKurd – Komara Mîlî ya Çînê wek yekem welatê cîhanê bi awayekî nerasterast desthilata Talîbanê ya li Afganîstanê nas kir.
Berdevkê wezareta derve ya Çînê Hua Çunying ji rojnamevanan re ragihand; welatê wan amade ye pêwendiyên dostane ligel Talîban û desthilatiya wê ava bike.
Hua Çunying got: “Talîban dixwaze pêwendiyên baş li gel Çînê hebin û em jî pêşwaziyê li wê pêngava Talîbanê dikin.”
Hêjayî gotinê ye, berîya ku Talîban dest deyne ser xak û deshilata Afganîstanê roja 28ê Tîrmehê şandeke Talîbanê serdana Pekîn a paytexta Çînê kir û bi wezîrê derve yê Çînê re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin