WHO derbarê koronayê hisyarî da: Rewseke xirabtir li pêsiya me ye

WHO derbarê koronayê hisyarî da: Rewseke xirabtir li pêsiya me ye

PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê(WHO) derbarê metirsiyên vîrusa koronayê de li cîhanê hişyariyê dide û dibêje: “Hîn ya xirabtir nehatiye serê me.”

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO), Tedros Adhanom ragihand ku rakirina tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê li ti welatekî nayê wateya bidawîbûna vîrusê. Adhanom hişyarî da ku hê jî metirsiyên Koronayê berdewam in û da zanîn,  hevdem metirsiyên xirabtir jî birêve ne.

Adhanom got: “Ji me bawer bikin rewşeke xirabtir li pêşiya me ye. Bila em rê li van trajediyan bigrin. Ev vîruseke hê xelk zêde jê fam nakin. Gelek welatên pêşketî vîrusê xelet rave dikin, ji ber nasnakin û rûbirûyê pirsgirêkan bûne. Me hişyarî daye welatên pêşketî jî, me got ev vîrus welatên pêşketî jî şok dike. Kir jî, me hişyarî dabû.”

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî dibêje, ji bo bidawîanîna gefên Koronayê divê hewldaneke hevbeş di navbera civak û welatan de hebe. Tedros Adhanom destnîşan kir:

“Em dixwazin tekez bikin ku rakirina tedbîran li ti welatekî nayê wateya bidawîbûna bahorê. Ji bo bidawîanîna bahorê pêdivî bi hewlekî cêgir û hevbeş heye di navbera tak, civak û herwiha hikûmetên welatan de. Daku ev vîrusa kujer were kontrolkirin. Girtin dikare hevkar be di kontrolkirina dilê bahorê de li welatan, lê tenê ev têr nake bo bidawîanîna vê bahorê. Welat divê piştrast bin ji wêya dikarin vîrusê bibînin, pişkinînê bikin û herwiha çavdêriya her kesekî pêketibe û gehiştibiyê bikin.”

Vîrusa koronayê (Covid-19) ku dawiya sala 2019 li bajarê Wuhanê yê Çînê derket û li cîhanê belav bû, heta niha canê 170 hezar kesan li seranserê cîhanê girtiye. Herwiha heta niha zêdetirî 2 milyon û 481 hezar kes li cîhanê tûşî vê vîrusê bûne, ku 648 hezar kes ji wan baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin