PeyamaKurd – Civîna sê alî ya Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ku di hikûmetê de cî digirin bidawî bû.
Di civîna ku îro 8ê Kanûnê bi seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve çû de, biryar hat dayîn ku şandeke siyasî ji bo çareserkirina kêşeyên ligel hikûmeta federal a Iraqê hefteya pêşiya me serdana Bexdayê bike.
Wê şanda siyasî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi aliyên siyasî re û biryarderên hikûmeta Iraqê re bicive û li ser bicihanîna rêkeftina bê ya Hewlêr û Bexdayê guftûgoyan bike.
Li gorî zanyariyan, xala yekem a civîna îro pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di danûstandin û gotûbêjên ligel hikûmeta Iraqê de li ser projeyasaya budceya 2021ê bû, da ku bikarin maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.
Xala duyem; yekdengî û yekgotinî û destnîşankirina ajendayeke hevpar bû, li ser hemû wan mijarên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, da ku Kurd li Parlementoya Iraqê weke pesendkirina yasaya deyn, yekdeng bibin û li hember Bexdayê helwesta wan yek be.
Li ser xwepêşandanan jî rewşa navxwe ya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û dê hewl were dayîn ku bigihin çend biryarên hevpar di berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê de ji bo asayîkirina rewşa siyasî û jiholêrakirina nerazîbûn û hewldana çareserkirina kêşeyan.
Biryar e encama civîna îro ya sê aliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş were ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin