PeyamaKurd - Ciwanek li nêzîkî sînorê bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê, bi guleyên leşkerên Tirkiyê yên ser sînor birîndar bû.
Welatiyekî ji bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ciwanê bi navê Xelîl Salih ê 23 salî, ji gundê Girê Sor ê ser bi rojavayê bajarê Girê Sipî, ji aliyê leşkerên Tirkiyê yên pasevanên sînor ve hat armanckirin. Di encamê de gule li zikê wî ciwanî ket û birîndar bû.
Li gorî zanyariyan, ew ciwanê birîndar bo nexweşxaneya Girê Sipî hat veguhastin û rewşa wî ya tendirustî metirsîdar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin